30 Haziran 2009 Salı

TÊT (Elî Herîrî)

lalezar 2

Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt

Be mizgînî beşaret bit ke mîhman canê canan têt

Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane

Be mala cumleê xane ke şahê cumleê xan têt

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîrin

Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt

Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî şaîm

Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt

Sîyeh maran kire seyran le cotê şubhetê cîran

Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efşan têt

Du zulfên 'enber efşan in du le'lên şekeristanin

'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt

'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê

Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt

Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hişt 'eqreba jûrî

Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt

'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat

Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt

Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiştin dil

Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt

Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste

Binefş û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt

Reyahîn sosin û werdin le Şêx Elîyê xerîb ferd in

Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt

Ji efxanan nemayim têr du'a goyê te ez bê vir

Bebête şer du esleh dîr 'heta vî qasidî can tê

Bebîne rû şemalînê were hindavî balînê

Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt

Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare

Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt

Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra

Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexşan têt

Elî Herîrî

26 Haziran 2009 Cuma

JIN HENE, JINKOK HENE

jın_jınkok
Cihan bûye zivistan

Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz
Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin
Teba nema dilivin

Dom bike..

Cegexwin

25 Haziran 2009 Perşembe

HEY ÇİÇEK

roz

Hey çiçek, çiçek, çiçek şin bu lı çemé Qırdilek
Mın ramısanek jé xwest ken u awır çun dilek!..
Çiçek lı baxan meşi sorgul jı şerman weşi
Gava çavé mın léket derd u kulem bun xweşi.
Çiçek çuye ser çema şahi dabu ber xema,
Bılbıl lı qanuné xıst daran lé gırtın sema
Çiçek çuye nav şéni, çiçek, çiçekan téni,


Çavé xorta tev lé bu çiçekan bo mın şéni.
Çiçek, çiçek bı destan em lı hember rawestan,
Derdé çiçek gıran bu da ser derdé Kurdıstan
Çiçek, çiçek şin kırın em pé har u din kırın,
Hé ez hıvde sali bum wé ez cegerxwin kırım.
Hey çiçek, çiçek, çiçek şin bu lı çemé Qırdilek,
Mın ramisanek jé xwest ken u awır çun dilek!.

 

Cegerxwin

GULFIROŞ

lale

Por zêrîn û çavkesk û rûrojê
Ebrû heyv û stêrik pijkojê

Kufr û îman du ayetên lêvên sor
Ê maçek jê bir bihiştî, ê jê nebir çû dojê

Feleka etles kembera xwe berdaye ser bejnê
Pir naz û delal e, dêm ji gula berrojê

Maçek berî sîh sakî daye min ji lêvan
Ji wê çaxê xewa min nayê, ne bi şev ne bi rojê

Îsal min maçek jê xwest, go:Na
Ji dêman?
Min go:Na
Li lêvan?
Min go:Jê

Min maçek jê bir û bi hezaran ketin ber pê wê
Dema hembêz kirim wê agir piling û dilsojê

Cigerxwîn