9 Kasım 2009 Pazartesi

Klasike kurdi

Brukselê Şûraya Ziman

cms-image

Rewşenbîrên ku, li paytexta Belçikayê Brukselê tevli Şûraya Ziman: Kurdî û Perwerde: bi kurdî yê Parlamentoya Flamanan bûn bang li gel kirin ku, zimanê xwe hîn bibin û peşbixin.

Konferansa Şûraya “Ziman: Kurdî, Prewerde: bi kurdî” ji hêla Komîsyona Ziman û Perwerdeya KNK (Kongreya Neteweya Kurdistan) hate organize kirin û ji hêla Enstîtuyên Kurd ên Bruksel, İstanbul, Almanya, Stockholmê vê piştevaniyê digre duhî  destpêkir. Axaftina vebûnê Serokê Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê KNK Rojan Hazim kir û balê kişand li ser “xerabûna ku dewletên dagirker li ser zimanê kurdî yê qedexekirî pêkaniye û di warê netewebûnê de girîngiya zimên.” Hazim got, “divê hemû kurd bibiryar zimanê xwe hînbibin û pêşbixin.”

Parlamenterên Flaman Matthias Diependaele û Kris van Duck jî her yek axaftinek kirin muqayeseyek di navbera zimane flamanî û kurdiya qedexekirî kirin. Parlamenterên flamanî qedexeya ser zimanê kurdî şermezar kirin.

Paşî Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal mafê axaftinê girt û piştre jî Serokê Kongereya Neteweya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalizade, Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî, Serokê Kon-Kurdê Nizamettin Toğuç, Nûnerê Herêma Kurdistanê yê PDK’ê yê Belçikayê Sidqî Tirwanîşî, Endamê KNK’ê Ş. Aktaş, Serokê Enstîtuya Kurdiya Brukselê Derwêş Ferho, Serokê Enstîtuya Kurdiya İstanbulê Sami Tan, Serokê Enstîtuya Kurdiya Almanyayê Fehmî Balayî, Huseyin Kartal, Serokê Enstîtuya Kurdiya Stockholmê Şoreş Reşî û Berdevka TZP Kurd’ê Semra Ozbey axftin kirin.

Siyasetmedarên kurd û pîsporên zimanê, hewldanên sedsalan ên dewletên tirk, ereb, fars ên tunekirina û asîmilasyona ser zimanê kurdî, kultur û kevneşopiyên wan nîmûne nîşan dan.

Ji aliyê dîtir hate ragihandin ku, Wezîrê Kulterê yê berê yê Herêma Kurdistanê Felekedin Kakeyi, Arîkarê Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd ên Dihokê Mehemed Ebdula û Arîkarê Serokê Akademiya Zimanê Kurdî yê Hewlêrê Reşîd Findî nikarine biçin Brukselê.

Şûraya Zimanê Kurdî û Perwerdehî îro heta êvarê dê bidome û wê bi panelan berdewam bike.

AKnews