Çîrok


Mîh û Şêr û Gur
 Hebû tunebû, carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek li sûna waran ma. Mîhê
jî rê girt ûçû, çû rastî mêrgekê hat; mêrgeke pirr xwes. Mîhê di mêrgê de warê
xwe çkir û za; du berxên mê anîn.
Rojekê mîhê dît ku vaye sêrek bi ser de hat. sêr jê re got:
-Tu çima li vê derê yî?
Mîhê got:
-Bi saya serê te, ku tu siltanê heywanan î, ez û berxikên xwe li vê derê, di vê mêrgê de diçêrin.
sêr got:
-Qet tu hesaban meke, dilaram be, ez parêzerê te me. sêr çû bi riya xwe de mîh û berxikên xwe man di mêrgê de.
Rojekê mîhê dît ku va ye gurek hat.
Gurî jê re got:
-Matu nizanî ku ev mêrg a min e? Tu bêyî prsê ji min bikî hatiyî tê de diçêrî.
Mîhê got:
-Ev mêrg, ya sêrî ye.
Gurî got:
-Na, ev mêrg a min e û ez ê her du berxên te ji dêlva çêreya xwe bixwim.
Êrîs bire ser her du berxikan û ew xwarin, pistre vegeriya bi ser mîhê de:
-Heke careka din ez vegerim û te li vê derê bibînim, ez ê te jî bixwim. Gurî da rê û çû. Rojekê sêr li welatê bin destê xwe digeriya, hat ser mêrgê jî. Mîhê hal û
hewalên xwe û gurî jê re gotin. sêr gava mesele bihîst got:
-Guhê xwe bide min bê ez ji te re çi dibêjim. Ez ê xwe di pista vî kevirê han de vesêrim. Gava gur hat û gote te » ev mêrg a min e,« tu bibêje »na, ev mêrg a sêrî
ye«. Heke gpt »na, ev mêgr a min e«, tu bibêje »hema sê gavan ber bi vî kevirê han de bavêje û sond bixwe åbêje bi vî kevirî ev mêrg a min e¼ min qebûl kir«.
sêr rabû xwe di pista kevirî de vesart. Qederek di ser re derbas bû, gur hat gote mîhê:
-Hêja tu li vir î? Ma min ji te re negot ji vir here?
Mîhê got:
-Ev mêrga sêrî ye.
Wî got:
-Na!
Li dûmahîkê mîhê got:
-Ji min re bi vî kevirê han sond bixwe, min qebûl e.
Gur jî li tistekî wiha digerriya. Hema ber bi kevirî de çû û jimart:
-Ev gavek, ev du gav û ev sê gav....
Di gava sisiyan de çavên wî bi yên sêrî ketin, tirsiya, destê xwe avêt pêsîra xwe, got:
-Bavo, ez bextê xwe xera nakim, ev mêrg a sêrî ye.
Çaxa wilo got, sêr ji pêl ve rabû û ber bi wî ve hat, jê re got:
-Belê guro, ji ber ku te ez li pist berî dîtim, ev bû mêrga min. Lê gava te berxik
xwarin ev ne mêrga min bû.
sêrî hema pençeyek li qafê gurî da û gur di cih de kust.
Çîroka min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
jêgiran

________________________________________________________________________

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Şirove xwe binivisin