Qamet bi gerdene dixemlî
Gustîl xist ye her çar tilî
Bi hina sor xweş kir gulî
Qamet qameta nebîye
Dil bi qametê geş büye
Wec bi berûkê girtîye
Dil bi dila hewce maye
Qamet qameta dilaye
Hagirê dilû gulaye
Şênahîya nav malaye
Bête lime tim xelaye
Qamet qameta daraye
Li cem gavan û şivana
Bêyvêwî wek dilovana
Tu di bê qey bêrîvana
Qamet qameta peyyaye
Tu bi xewn û xeyal li pêştê
Kejî b qurbana qametê
Ji heş davê tabe û şertê
Qamet qameta wedaye
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Şirove xwe binivisin