28 Temmuz 2009 Salı

Xewna min

xewna_min_ket_ave-2

Di vê xewnê da ezê çûme Kurdistana nuh, bikir,

Her çar qulban vêketine şemdanên bext û agir…

Di vê xewnê da Kurdistanê ne mij heye, ne dûman,

Di vê xewnê da çawa mizgîn birq vedidin erd-ezman.

Di vê xewnêda eşq, mizgîn e… Kurdistan wê aza bûye,

Ber çevê min ezman tijî refê quling, qazan bûye,

Roja kibîr bi eşq û şa Kurdistanê dişxule

Û dora wê keskesor e, hezar awaz û gul e…

……………………………………..

Dom bike…

Şikoye HESEN

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Şirove xwe binivisin