17 Ağustos 2009 Pazartesi

DİLÊ

Technorati Etiketleri:

Dew ji min bernede
Mêze paşê eze herim
Jixu derdê min nakede
Dilê li mana digerim

Çima tu neheqî dike
Kula evinê ve dike
Her du destê min tim lisor
Parsa rehma xwedê dike

Ji bana te min xwîn rijand
Di hefsê da emr gedan
Her tişt jibo evîna te
Qîzê ne bes min xu heland

Îdî bifikre li ser min
Binermijine dilê min
Tu car j imin dûr nekeve
Bibe bihişta mala min

Ahmet PEKDEMİR

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Şirove xwe binivisin